Zehawî: Divê Hikûmeta Iraqê û Kurdistanê li ser hinardekirina petrolê li hev bikin

21 November 2023 19:16 0 dîtin
Zehawî: Divê Hikûmeta Iraqê û Kurdistanê li ser hinardekirina petrolê li hev bikin

PeyamaKurd - Wezîrê Berê yê Xezîneyê yê Brîtanyayê Nazim Zehawî, îro 21ê Mijdarê beşdarî paneleke roja duyem a Korbenda MEPSê li Dihokê bû.

Zehawî got: “Divê Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev bikin”.

Nazim Zehawî da zanîn: “Ez dixwazim balê bikişînim ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê, divê herdu hikûmet li hev bikin û bala xwe bidin ser çarekirina guhertinên seqayê”.

Li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî got: “Divê Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hev bikin ji bo ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîsa bê destpêkirin ku çavkaniya wê ya aborî ye. Ji bo çarekirina kêşeyan, em nikarin xwe ji petrol û gazê dûr bikin, ew ajandayek e ku divê em li ser kar bikin”.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn li Dihokê (MEPS23) ev du roj in bi beşdariya gelek kesayetên girîng dewam dike.