Di Deriyê gumrikê yê Kapikoy a Wanê de di 7 mehan de 418 hezar kes derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn

19 August 2023 17:42 0 dîtin
Di Deriyê gumrikê yê Kapikoy a Wanê de di 7 mehan de 418 hezar kes derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn

PeyamaKurd – Serokê Oda Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê Fevzi Çeliktaş ragihand ku deriyê gumrikê yê Kapıkoyê ji aboriya bajêr re fêdekî zêde tînê û bende ne ku derî ji bo çûnûhata TIRan jî vekin.

Di deriyê Kapıkoy de îsal heya niha di 7 mehan de 418 hezar geştiyarên Îranê derbasî bajarê Wanê bûne û tijebûna otêlên Wanê ji bo aboriya bajêr dahatekî gelek baş e.

Derî ji bajêr 100 km dûre û ji 30adarê heya niha 24 seet xizmetê dide û di jimara geştiyaran de %50 zêdebûn heye. Di sala borî de di 7 mehên salê de jimara geştiyaran 290 hezar kes bûn.