Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê behsa girîngiya deriyê gumrikê yê Ceylanpinarê kir

12 September 2024 20:48 0 dîtin
Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê behsa girîngiya deriyê gumrikê yê Ceylanpinarê kir

PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat li bajarê Rihayê ragihand ku wê deriyê Ceylanpinarê yê gumrikê lezê bide bazirganiya navbera Tirkiyê û Sûriyê. Hem ji bo îxracata bajarê Rihayê zêdetir bibe, em ê nûnertiya Eximbankê û şube ya wê li Rihayê vekin. Ömer Bolat weha dewam kir:

“Deriyê Gumrikê yê Ceylanpinarê gelek girînge. Eger bi Sûriyê re di nêz de lihevhatinekî hebe û aştî peyda bibe, em bawerin wê bazirganiyekê baş çêbibe.”

Bolat, piştî li Rihayê têkiliyên xwe meşand û ber bi dawiyê, bi rojnamevanên Rihayê re civiya. Bolat ji ber li Rihayê ye, dilxweşiya xwe ragihand û got ku ew seredana temamên deriyên gumrikê yên bi wezareta wî ve girêdayî yên Ceylanpınar û Akçakale ziyaret kiriye û paşî bi rêxistinên civakî û bi endamên partiya xwe re civiyaye. Bolat got ku deriyê Ceylanpinarê nûjen kirine û îro vekirine û dewam kir:

“Me, li Ceylanpinarê deriyê gumrikê ku deriyekî girîng yê bajarê Rihayê ye, nûjen, nûh û bi komputeran hatiye kemilandin, me avahiya wê vekir. Dezgeyên din û derî ji bo ximetê amade ne. Li wê derê me bi îxracatvan û bazirganan re hevdîtin kir.

Piştî Ceylanpinarê me seredana deriyê Akçakale kir. Me li wê derê dest bi xebatê kiriye. Wezareta bergiriyê dest bi paqijkirina mayînan kiriye. Piştî wê, em ê dest bi nûjenkirina derî bikin. Wê di nav 2 salan de temam bibe.”