Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat giha Bexdayê

29 August 2023 01:31 0 dîtin
Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat giha Bexdayê

PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat giha payîtexta Iraqê, Bexdayê û li wê derê bi cîgirê serokwezîr û ku hem wezîrê plandananê bi Muhammed Temim re hevdîtin kir. Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî bû.

Ömer Bolat, wê îro bi serokkomarê Iraqê Latif Reşid, bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sudani, bi wezîrê gihandinê bi Rezzak Miheybis û wê bi wezîrê şaredariyan-îmar û îskanê re bi Bengîn Rekanî re bicive. Bi wezîr Ömer Bolat re karsaz hene û wê di seha wan de civînan bike.

Bazirganiya Tiikiyê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê li dora 30 mîlyar dolariye.