Wezîra Pekcan: “Wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê tê Tirkiyê”

05 August 2019 23:29 0 dîtin
Wezîra Pekcan: “Wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê tê Tirkiyê”

PeyamaKurd- Wezîra Bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand ku ew bi rêya telefonê bi wezîrê bazirganiyê yê Amerîkayê, bi Wilbur Ross re axifiye û weha dewam kir:

“ Di çarçoveya vê axaftina telefonê de, dê birêz Ross û heyeta pêre di meha êlînê de, berya 15 ê mehê seredana Tirkiyê bike û me li ser vê yekê lihev kir.”

Pekcan ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medyayê de, di ser twitterê de kir. Di dewama ragihandina xwe de wezîra Pekcan weha agahî da:

“Em ê bi heyeta di bin serokatiya Ross re, bi tevlîbûna temsîlkarên sektorên her dû welatan, rêzecivînan bikin û bi hûrayî xebata xwe bikin. Demeka dirêje em li ser van civînan dixebitin û wê karsazên Amerîka û Tirkiyê werin cem hev. Ev bo zêdekirina hecma bazirganiya me ye bi Amerîka re.”