Cîgirê serokê Oda Bazirganiyê yê Amerîkayê: Kurdistan ciyê derfeta ye

20 June 2023 00:16 0 dîtin
Cîgirê serokê Oda Bazirganiyê yê Amerîkayê: Kurdistan ciyê derfeta ye

PeyamaKurd - Cîgirê serokê Oda Bazirganiyê yê Amerîkayê û hem ji karê Rojhilata Navîn berpirs Steve Lutes got ku ew dikare bêje herêma Kurdistan ciyê derfeta ye. Lutes, her weha got ku sedemekî hatina şîrketên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê ji ber ku di Kurdistanê de îstîqrar heye.

Steve Lutes di merasima Invest Kurdistanê ya lansmanê de axifî û got:

“Pêngavên ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo reforman avêtiye gelek girîngin û pêwiste têkiliyên bazirganî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê xwurt bibin.

Em li ser sektora çandiniyê hûr dibin. Sedemekî hatina me îstîqrara Kurdistanê ye. Em gelek kêfxweşin ku gelek şîrketên xidayê, hilberîna çandiniyê, depokirin û belavkirina ji bo xwaringehan bi me re dixebitin. Di tîma me de 14 şîrket û 24 kargeh hene.

Em ê bi Invest Kurdistan re bibin ortax û bixebitin da li Kurdistanê veberhênanê bikin. Em ê ji bo kesên bixwazin bixebitin, wan teşwîq bikin.”