Wezîra Xezînê ya Amerîkayê seredana Ûkraynayê kir

27 February 2023 23:39 0 dîtin
Wezîra Xezînê ya Amerîkayê seredana Ûkraynayê kir

PeyamaKurd – Wezîra Xezînê ya Ûkraynayê Janet Yellen ji bo desteka aboriyê ya Amerîkayê ji bo bi Ûkraynayê re biaxife çû Ûkraynayê. Ji wezaretê hat ragihandin ku di seredanê de Yellen bi serokê Ûkraynayê Zelenskiy û serokwezîrê Ûkraynayê bi Denis Şmıgal re civiyaye.

Li gor ragihandina wezaretê, di hevdîtina bi Zelenskiy re Yellen, ji bo di çar yeka sala 2023an de ji budça alîkariya Amerîkayê ji 9,9 milyar dolar destekê, transfera bi miqdarê 1,25 milyar dolarî di nav de li ser bicîhanîna xizmetên esasî bikin, axifîne. Yellen, ragihandiye ku têkoşîna Ûkraynayê ya Amerîkaye û weha dewam kiriye:

“Min peyameka zelal ji serok Biden û xelkê Amerîkayê aniye Kîevê. Şer, çiqas dewam bike bila bike em ê bi Ûkrayna re bin. Amerîka bi alîkariya bexşane serbilinde û me heya niha bi miqdarê 50 milyar dolarî alîkariya Ûkraynayê kiriye.

Me heya niha di ser 14 milyar dolarî de desteka aborî daye Ûkraynayê. Di mehên pêşiya me de em ê ji 8 milyar dolarî zêdetir desteka aboriyê bidin Ûkraynayê. Amerîka wê di parastina Ûkrayna de alîkariya ewlehiyê bide, Amerîka û koalisyona kureyî li hemberê êrîşên Rûsyayê yên leşkerî û aboriyê, dê her valahiyê dagire û gav bavêje.”

Yellen, her weha ragihand ku ev alîkarî ji bo veberhênana ewlehiya kureyî û demokrasiyê ye, dinya desteka xwe ya ji Ûkrayna re derxistiye du qatî û ev biryareka heyatiye.