Dema wezîrê Rûsyayê axifî wezîra xezînê ya Amerîkayê Yellen terka civînê kir
PeyamaKurd – Li Washingtonê di wexta civîna wezîrên darayî û serokê bankên navendî yên G20 an de, wezîrê darayî yê Rûsyayê Anton Siluanov bi telekonferansê tevlî civînê bû û axifî. Di wexta axaftina wezîrê Rûsya de wezîra xezînê ya Rûsyayê Janet Yellen û gelek wezîrên din civîne terk kirin.
Terkkirina civînê ji aliyê wezîra xezînê ya Amerîkayê Yellen û hinek wezîrên din, di çapemeniya dinyayê de ciyê xwe girt û bû weka sansasyon.
Berê jî wezîra Yellen ragihandibû ku di hinek civînên ku Rûsya tê de be, wê tevlî civînê nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin