Wezîrên bergiriyê yên Amerîka û Rûsyayê bi telefonê axifîn
PeyamaKurd – Piştî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ev cara duyeme ku her dû dewlet di asta bilind de bi hevre diaxifin. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di rêya telefonê de li ser rewşa Ûkraynayê axifîn. Li gor ragihandina wezareta karên bergiriyê ya Rûsyayê, di telefonê de bi Austin re li ser rewşa Ûkraynayê û asayîşa navdewletî axifîne. Li ser mijarê, berdevkê Pentagonê tûxgeneral Pat Ryder ragihand:
“Di 21 ê cotmehê de wezîrê bergiriyê Lloyd J. Austin, bi wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re di rêya telefonê de axifî. Wezîr Austin, di şerê Ûkrayna de behsa girîngiya danûstendina têkiliyên navbera her dû dewletan kiriye da biparêzin û rêya diyalogê vekirî bihêlin.”
Ryder, behsa hûrgiliya axaftina navbera her dû wezîran nekir lê axaftinên her dû wezîran ket piştî munaqeşeyên hatin kirin û gotin dibe ku sîlihên taktîkî yên nukleerî bên bikaranîn.
Austin û Şoygu piştî şerê Rûsya û Ûkraynayê destpêkir, cara yekem di 13 ê gulanê de axifîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin