Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê bi rêya telefonê axifîn

02 April 2021 09:32 0 dîtin
Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Tirkiyê bi rêya telefonê axifîn

PeyamaKurd –  Derbarê pêwendiyên dualî yên ser berevaniyê û ewlekariya hevbeş ya di bin banê NATOyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar, bi rêya telefonê axifîn.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) bi daxuyaniyekê diyar kir, Austin û Akar li ser S-400an jî axifîne û wî ji Wezîrê Tirk daxwaz kiriye, ew sîstema Rûs ji destê xwe derxin.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, Austin û Akar bo ‘‘pêwendiyên dualî yên ser berevaniyê’’ û ‘’ewlekariya hevbeş ya di bin banê NATO’’ de peyivîne.

Daxuyanî destnîşan dike, Austin ji ber rola Tirkiyê ya li Afganîstanê ya ser pêvajoya aştiyê, spasiya Akar kiriye.

Her du Wezîr, ser kêmkirina girjiya li rojhilata Derya Spî, danûstandinên di navbera Yunanîstan û Tirkiyê de jî peyivîne.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê jî da zanîn, Austin û Akar li ser ewlekarî û hevkariya berevaniyê axifîne, lê di daxuyaniyê de li ser S-400an tu tişt nehat gotin.