Wezaretên berevaniyê yên Tirkiyê û Amerîkayê di asta bilind de civiyan
PeyamaKurd – Di 21 ê Kanûna a 2023an de an ku duhî li Washingtona Amerîkayê heyetekî ji wezareta bergiriyê ya Tirkiyê û yek ji wezareta bergiriyê ya Amerîyaê (Pentagon) di asta bilind de civiyan. Di civînê de li ser mijarên bergiriya duqolî, perwerda leşkerî, sanayiya berevaniyê axifîne.
Ragihandina civînê ji terefê wezareta berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) de hat kirin. Ragihandin weha ye:
“Civîna Grûba Berevaniyê di asta bilind ya Tirkiyê û Amerîkayê, bi tevlîbûna her dû heyetan ve di 21ê Kanûna 2023an de li Washingtonê hatiye kirin. Civîn bi erînî encam da û li ser berevaniya duqolî, perwerda leşkerî û hevkariya sanayiya bergiriyê, pirsgirêk û asayîşa herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin. Civîna sala bê tê plankirin ku li Tirkiyê bêkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin