Îlham Ehmed: Tirkiyê li wezaretên Sûriyê sêwirmend danîne
PeyamaKurd - Hevseroka Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed da zanîn, hikûmeta nû ya Sûriyê rêveberiyeke nenavendî qebûl nake û Tirkiyê jî li wezaretên Sûrî şêwirmend danîne.
Îlham Ehmed di hevpeyvînekê daye xuyakirin, di navbera wan û Hikûmeta nû ya Sûriyê de ji hêla şêwaza rêveberiyê de nanokî hene û got, ew û Hikûmeta nû ya Sûriyê ji aliyê yekparçebûna xaka Sûriyê de hevnêrîn in û ev ji bo wan jî girîng e.
Ehmed diyar kir, ew ji aliyê hebûna yek artêşî ya Sûriyê de jî hevnêrîn in lê di aliyê nenavendîbûnê de nakokiyên wan bi hikûmeta nû re hene.
Îlham Ehmed da zanîn, “Sûriye yek ji wan welatan e ku ji pêkhateyên pirreng û pirbawerî pêk tê. Sûriyeke navendî dê careke din rê li ber şerekî navxweyî veke. Ji bo Sûriyeke aram divê rê li ber Sûriyeke nenavendî bê vekirin.”
Herwiha Îlham Ehmed li ser planên Tirkiyê yên ji bo herêmê jî got, “ Dewleta Tirkiyê îro li Dîmeşqê xwe serkeftî dihesibîne. Li hin wezaretên Sûriyê şêwirmend bi cih kirine û bi perspektîf û nêrînên xwe ve dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin