Îlham Ehmed: Me bi Tirkiyê re hevdîtin kir, ev hê destpêk e…
PeyamaKurd – Siyasetmedara Rojava Îlham Ehmed diyar kir ku Kurdên ji Efrînê koçber bûne wê di demeke nêz de vegerin Efrînê û bi Tirkiyeyê re jî ev mijar gotûbêj kirine.
Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed ragihand, Kurdên ku ji bajarê Efrînê yê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê de ye, koçber bûne, wê di demeke nêzîk de vegerin Efrînê û wan li ser vê mijarê bi Tirkiyê re gotûbêj kirine.
Ehmed di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de got: “Vegera Efrînê nêzîk e. Me bi Tirkiyê re jî ev rewş gotûbêj kir. Bi taybetî piştî banga Abdullah Ocalan wê rewşa Serêkaniyê û Grê Spî jî biguhere. Ev tenê destpêk e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin