Tirkiyê bertek ji hevdîtina wêzîra Swêd û Îlham Ehmed re nîsan da

10 July 2020 16:06 0 dîtin
Tirkiyê bertek ji hevdîtina wêzîra Swêd û Îlham Ehmed re nîsan da

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed hevdîtinek pêk anîn. Tirkiyê bertek nîşanî vê hevdîtinê da û got: “Vê hevdîtinê pirsên cidî bi xwe re aniye.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed hevdîtinek bi rêya vîdyokonferansê pêk anîbûn ku Lînde li ser hevdîtinê di hesabê xwe yê Twîtterê de wêneyek parve kir.  

Lînde di twîta xwe de wiha got: “Hevdîtina li gel Konseya Meclîsa Sûriyê Îlham Ehmed. Me operasyona leşkerî ya Tirk ku li Bakurê Sûriyê pêk tîne û krîza însanî ya li herêmê û gelek mijarên din gengeşe kir. Alîkariya derveyî sînor gelek girîng e.” 

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hevdîtin û twîta Ann Lînda bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û got: “Vê hevdîtinê pirsên cidî çêkirine.”