Tirkiyê hevdîtina wezîrê Swêd a bi Mazlûm Ebdî re sermezar kir!
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bi sedema ku doh Wezîrê Berevaniyê yê Swêd Peter Hultqvist hevdîtineke online ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pêk anîbû, bangî balyozê Swêd ê Enqerê kir û nerazîbûna xwe nîşan da.
Herwiha Tirkiyê hevdîtina ligel Mezlûm Ebdî bi tundî şermezar kiriye û aciziya xwe ji balyozê Swêd re anîye zima.
Hêjayî gotinê ye Tirkiye YPG û HSDê wekî beşek ji PKKê dibîne û dixwaze welatên cîhanê bi wan re pêwendî nekin û wekî terorîst wan pênase bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin