Serokwezîrê Swêd: Me hemû mercên Tirkiyê bicih anîn!

05 June 2023 20:13 0 dîtin
Serokwezîrê Swêd: Me hemû mercên Tirkiyê bicih anîn!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser pêvajoya endamtiya NATOyê û rêkeftina ligel Tirkiyeyê hatibû îmzekirin got ku wan hemû mercên Tirkiyê danîne ber wan bicih anîne.

Kristerson li Madrîdê piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Îspanya Petro Sanchez di civîna rojnamevanî de ragihand: “Swêdê hemû mercên rêkeftinê bicih anîn. Tiştê pêwîst pêk anîn. Em pir rêzdar bûn. Ji niha û şûnde ya ku derbarê endamtiya me ya NATOyê de biryarê bide Tirkiye ye.”

Kristersson li ser mijara şertên Tirkiyê yên rêgirtina PKKê diyar kir, "Em hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên ji terorîzmê pêk tên û êrîşên derveyî axa Swêdê rû didin nas dikin. Li aliyê din helbet ti hikûmetek nikare misoger bike ku dê li welatê wan êrîşeke din a terorî rû nede. Lê em ji bo cezakirina êrîşkaran guhertinên yasayî dikin.”