Serokwezîrê Swêd: Hevdîtinên bi Tirkiyê re meha Adarê dest pê bikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku hevdîtinên bi Tirkiyê re yên ji bo pejirandina endamtiya NATOyê wê di nîvê meha Adarê de ji nûve dest pê bikin.
Kristersson ji medya fermî ya Swêdê SVT re axivî û got: “Roja hevdîtinê heye, lê em li benda erêkirina aliyê Tirk in.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiyê ji bo endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê mercên radestkirina kesên ji aliyê Tirkiyê ve wekî terorîst têne pênasekirin kiribû û herî dawî jî bi şewitandina Quranê li Stockholmê re, pêwendiyên bo endamtiya NATOyê bi Tirkiyeyê re rawestiyabûn.
Heta niha ji 30 welatên endamên NATOyê tenê Tirkiye û Macaristanê, endamtiya Fînlanda û Swêdê li parlamentoyên xwe nepejirandine.
Tê çaverêkirin di hefteya duyem a meha Adarê de, Macaristan jî endamtiya NATO ya herdu welatan bipejirîne, lê hîn biryara Tirkiyeyê nediyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin