Serokwezîrê nû yê Swêd: Wê rêkeftina ligel Tirkiyê were bicihkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson, di axaftina xwe ya parlamentoyê de ragihand ku wê rêkeftina ligel Tirkiyê ya bo rakirina vetoyê li ser endamtiya NATOyê bicih bînin.
Tirkiyê li beramber veto nekirina endamtiya Swêd û Fînlandê ya NATOyê, rêkeftina radestkirina kesên têkildarî PKK û FETOyê îmze kiribû.
Serokwezîrê nû yê Swêdê Kristersson, di axaftina xwe ya parlamentoyê de bal kişand ser mijarê û got, “Wê rêkeftina navbera Swêd, Fînland û Tirkiyê were bicihkirin. Wê pêşî li rêxistinên terorî bê girtin.”
Hêjayî gotinê ye, heta niha piraniya welatên endamên NATOyê di parlamentoyên xwe de endamtiya Fînland û Swêdê bo NATOyê pesend kirine, lê Tirkiye tevî rêkeftina hatiye kirin jî hîn biryara xwe bo endamtiya wan welatan bo NATOyê nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin