Wezîrê Swêdê bo Tirkiyê: Me hemû sozên xwe bicih anîn!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, li ser mijara astengiyên Tirkiyeyê yên li ber endamtiya wan a NATOyê diyar kir ku wan hemû sozên di rêkeftina sêalî de hatine dayîn bicih anîne.
Billstrom wekî Serokê Serdemê yê Yekîtiya Ewropayê beşdarî civîna Balkanan a li paytexta Îtalya Romayê bû û ji rojnameya Corriere della Sera re axivî.
Wezîrê Derve yê Swêdê, di hevpeyvînê de li ser mijara ku îro 4ê Nîsanê piştî pesendkirina parlamentoya Tirkiyeyê Fînlanda bi fermî dibe endama NATOyê got:
"Ji bo me gelekî girîng bû ku em ligel Fînlandayê bibin endamê NATOyê. Ji bilî beşa dawî ya yasayê ku 1ê Hezîranê dikeve meriyetê, me hemû sozên di rêkeftinê de dabûn Tirkiyeyê bicin anîn. Ji ber wê jî em li bendê ne parlamentoyên Tirkiye û Macaristanê endamtiya me bipejirînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin