Stoltenberg: Swêdê sozên ku dane Tirkiyê bicih anîne, wê bibe endama NATOyê

08 March 2023 22:07 0 dîtin
Stoltenberg: Swêdê sozên ku dane Tirkiyê bicih anîne, wê bibe endama NATOyê

PeyamaKurd - Berî civîna sêalî ya navbera Tirkiye, Swêd û Fînlanda ya bo endamtiya NATOyê ku sibe 9ê Adarê li Brukselê tê sazkirin, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jenst Stoltenberg daxuyanî da.

Jens Stoltenberg ragihand ku Tirkiyeyê ji bo endamtiya Fînlandayê çiraya kesk vêxistiye û di mijara endamtiya Swêdê de jî pêşveçûn çêbûye.

Sekreterê Giştî NATOyê Stoltenberg diyar kir, Swêdê sozên ku dane Tirkiyeyê bicih anîne û êdî dema wê hatiye bibe endama NATOyê.