Stoltenberg: Pêwiste Tirkiyê ji peymana Montroyê re rêz bigre

15 February 2024 23:38 0 dîtin
Stoltenberg: Pêwiste Tirkiyê ji peymana Montroyê re rêz bigre

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser pirsa ku hinek dewlet keştiyan ji bo Ûkraynayê dibexşînin û Tirkiye nahêle ew keştî herin Derya Reş got;

“Ez difikirim ku pêwiste em li peymana Montroyê rêz bigrin.”

Stoltenberg, li payîtexta Brukselê piştî civîna wezîrên berevaniyê yên endamên NATOyê ragihandina xwe kir. Stoltenberg weha dewam kir:

“Îro wezîrên me yên bergiriyê ji bo amadekariya civîna Tîrmehê ya Zîrwa Washingtonê civiyan. Me lezê da bidestxistina çavkaniyên ji bo planên xwe yên bergiriyê û xwurtkirina bingeha berevaniyê ya Transatlantîkê.

Em bende ne îsal 18 endamên me yên NATOyê ji dahata xwe ya netewî %2ê wê ji bo berevaniyê xerc bikin. Ji bo sala 2024an hevkarên NATOyê yên Awrûpayê ji bo berevaniyê wê bi giştî 380 milyar dolar veberhênanê bikin.”