Tirkiyê êrîsa Rûsyayê wekî ser bi nav kir û Peymana Montroyê çalak kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, pênaseya şer li êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê kir û ragihand, wê madeyên Peymana Montro ya kendavan were bicihanîn.
Çavuşoglu got: "Êdî pevçûn veguherîn şer, di vê rewşê de em ê ji bo her du aliyên Ûkryana û Rûsyayê mercên şer ên peymana Montroyê bicih bînin. Heger keştiya aliyekî şer vegere bendera xwe ew îstisna ye. Em ê hemû bendên Montroyê bi zelalî bicih bînin.”
Li aliyê din Berdevkê Serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalin jî îro yekem car êrîşa Rûsyayê wekî şer bi nav kir.
Peyamana navdewletî Montro ya Kendavên Stenbol û Çanakkale yên Tirkiyê, sala 1937an hatiye îmzekirin û li gorî peymanê keştiyên welatê ku di şer de be nikarin bêyî destûra Tirkiyê ji kendavan derbas bibin.
Ûkraynayê ji dema destpêkirina êrîşa Rûsyayê ve bang li Tirkiyê kiribû di çarçoveya Peymana Montroyê de kendavan ji keştiyên Rûsyayê re bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin