Tirkiyê pistî êrîsa rejîmê dewriyeya ligel Rûsyayê betal kir

03 February 2020 17:14 0 dîtin
Tirkiyê pistî êrîsa rejîmê dewriyeya ligel Rûsyayê betal kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê piştî êrîşa hêzên rejîma Sûriyê li Idlib bi ser hêzên wan de ku 6 leşkeran can da 9 jî birîndar bûn, dewriyeya hevbeş a ligel Polîsê Leşkerî yê Rûsî ya îro 3yê Sibatê betal kir.

Çav li rê bû, dewriyeya hevbeş a artêşa Tirk û polîsê leşkerî yê Rûsî îro li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bigeriya, lê ew dewriye nehat kirin.

Jêderên wecihî yên Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku hêzên Rûsyayê li benda hêzên Tirkiyê bûn ligel hev dewriyeya hevbeş li herêma Kobanî bigerînin, lê hêzên Tirkiyê nehatine cihê destpêkirina dewriyeyê û dewriyeya hevbeş pêk nehatiye.

Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk piştî rêkeftina Soçiyê ya li pey êrîşên Tirkiyê (9 Cotmeh 2019) yên bi ser Rojavayê Kurdistanê de hatibûn destpêkirin û her hefte ji aliyê herdu hêzan ve dihatin encamdan.