Iraqê êrîsa Tirkiyê ya ser Mexmûr û Singalê sermezar kir û wekî santaj bi nav kir

15 June 2020 14:18 0 dîtin
Iraqê êrîsa Tirkiyê ya ser Mexmûr û Singalê sermezar kir û wekî santaj bi nav kir

PeyamaKurd – Ji Iraqê derbarê êrîşa asmanî ya Tirkiyê  ku şevê din li Şingal, Mexmûr, Xakurkê û çend deverên din li dijî PKKê pêk anî, yekem daxuyaniya fermî hat dayîn.

 Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, li hember êrîşa şeva borî ya Tirkiyê bertek nîşan da û binpêkirina sînorê esmanî yê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve şermezar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, balafirên Tirkiyê kampa penaberan a li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc û tê diyarkirin ku ev yek binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê û êrîşeke provakatîf a şantajê ye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê daxwaza rawestandina êrîşan ji Tirkiyê kir û got, “Divê ew karê binpêkirinê bêne rawestandin, jio rêzgirtin û pabendbûna bi berjwendiyên hevbeş ên navbera herdu welatan.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Iraq amade ye ji bo ewlekariya herdu welatan û parastina sînoran hevkariyê bike.

Wezareta Bergiriya Tirkiyê piştî destpêkirina operasyona şevê din ragihandibû ku wan di operasyona bi navê “Pençe Kartal” de li Şingal, Qendîl, Zab, Avaşîn, Qereçûx û Xakurkê 81 hedef bombebaran kirin.