Ji Iraqê daxuyaniya êrîsa Tirkiyê ya ser Singalê: Em bi tundî sermezar dikin!
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşa bi dronan a Tirkiyê li ser navçeya Şingalê Sinûnê de ku baregeheke PKKê kiribû armanc û sivîl tê de hatibûn kuştin daxuyanî da.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hat gotin ku ew êrîşa ser Şingalê ya ku baregehên hikûmetê û xaniyên xelkê sivîl kiriye armanc bi tundî şermezar dikin.
Hat diyarkirin ku ew êrîş li ser artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya Iraqê jî gefeke eşkere ye û wekî binpêkirina serweriya Iraqê hat nirxandin.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo rûbirûbûna wan êrîşên îstiqrara Iraqê hedef digirin, pêwîstî bi helwesteke wijdanî heye.
Wezaretê da zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dewam dike û wê encamên wê ji bo raya giştî piştre werin ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin