Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya êrîsa Tirkiyê ser Singalê

20 August 2021 15:05 0 dîtin
Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya êrîsa Tirkiyê ser Singalê

PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên Tirkiyê yê ser Şingalê red kir û daxwaz kir ku Tirkiye rêzê li rêkeftina Şingalê û serweriya axa Iraqê bigre.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bi daxuyaniyekê ragihand: “Em ji ber geşedanên metirsîdar ên Şingalê nîgeran in, ku bombebarana balafirên Tirkiyê li Şingalê bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyên Êzidî.”

Jeanine Hennis-Plasschaert got: “Divê di dema kiryarên serbazî de rewşa welatiyan li ber çavan were girtin, çimkî ew dibin qurbaniyên yekem ên êrîşên bi vê cûreyê.”

Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku demildest lêkolîn li ser bombebarana Şingalê were kirin, ku bûye sedema kuştin û birîndarkirina hejmarek welatiyan û diyar kir, divê dawî bi van bûyeran were anîn, ku nişteciyên wê deverê demeke êş û janê dikşînin.

Nûnera NY herwiha ji aliyên pêwendîdar jî xwest, berjewendiyên welatiyan li pêşiya hemû karên xwe deynin û nehêlin bûyerên wisa dubare bibin, ji ber ku aştî û seqamgîrî, du sedemên sereke ne ku dest bi avakirina Şingalê were kirin û nabe avakirina Şingalê bêhtir were paşxistin.

Neteweyên Yekbyî ji welatên cîran jî daxwaz kir, rêzê li serweriya hev bigrin û ji bo van mijaran, xwe bispêrin diyalogê.