Daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê êrîsa çekdarî ya li Pragê!
PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji ber êrîşa çekdarî ya li Praga paytexta Komara Çek "şok" bû.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Sekreterê Giştî ji ber êrîşa çekdarî ya îro li Zanîngeha Karls a Pragê hat kirin, matmayî ye û pir xemgîn e."
Dujarric diyar kir ku Guterres ji malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.
Hat ragihandin ku di encama êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Karls a li navenda Pragê de herî kêm 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin