Sûriye: Êrîsa Tirkiyê binpêkirina biryara Neteweyên Yekbûyî û dagirkerî ye

09 October 2019 17:44 0 dîtin
Sûriye: Êrîsa Tirkiyê binpêkirina biryara Neteweyên Yekbûyî û dagirkerî ye

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, bertek nîşanî êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê bi ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) da û got, operasyona leşkerî binpêkirina biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, rayedarekî Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihandi ku gefên operasyonê binpêkirina biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye ku ji yekparebûn û serweriya Sûriyeyê ye re rêz digire ye.

Wî rayedarî da zanîn ku daxuyaniyên Erdogan ên ji bo amadekariyên operasyonê, bi awayekî zelal nêrîna Erdogan a ji bo berfirehkirina dagirkirina Sûriyeyê nîşan dide.