Sûriye: Gef û êrîsên Tirkiyê binpêkirina eskere ya yekparçebûna axa Sûriyê ye

04 June 2022 23:53 0 dîtin
Sûriye: Gef û êrîsên Tirkiyê binpêkirina eskere ya yekparçebûna axa Sûriyê ye

 PeyamaKurd– Wezareta Derve ya Sûriyê, bertek nîşanî êrîş û gefên Tirkiyê li ser herêmên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê da û ragihand, destpêkirina operasyoneke nû li bakurê Sûriyê, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî, serwerî, yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê ye.

Jêderekî fermî ji nav Wezareta Derve ya Sûriyê daye xuyakirin, ew daxuyaniyên tundrew ên rejîma Tirkiyê yên derbarê avakirina herêma “herêma ewle” li bakurê Sûriyê û êrîşên berdewam li ser xaka Sûriyê dişopînin ku heta niha gelek welatiyên bêguneh can di wan de can dane.

Herwiha hat diyarkirin, gefên Tirkiyê binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî, serwerî, yekîtî û yekparçebûna axa Sûriyê ye û berevajî têgihiştin û encamên pêvajoya Astanayê ye ku metirsiyeke cidî li ser aştî û ewlehiya herêmê çêdike.