Sûriye | Leskerekî Tirk li herêma di bin kontrola Tirkiyê de hat kustin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku leşkerekî wan li navçeya operasyona Mertala Firatê ya li bakurê Sûriyê hatiye kuştin, lê eşkere nekir êrîş ji aliyê kîjan hêzê ve hatiye kirin.
MSBê li ser hesabê fermî yê wezaretê yê Twitterê ragihand; di êrîşekê ser hêzên Tirkiyê li navçeya operasyona Mertala Firatê de ku bi moşekan hatiye kirin, leşkerekî bi navê Tayfun Ozkose hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê tenî diyar kir ku êrîş ji aliyê “terorîstan” ve hatiye kirin, lê nediyar e behsa çi kîjan aliyî dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin