Li Herêma Kurdistanê leskerekî Tirkiyeyê hate kustin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, ew leşker îro hatiye kuştin û navê wî Habîp Murat Alp e.
Wezaretê da zanîn ku Habîp Murat Alp di çalakiyeke hêrişê ya şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê de hatiye kuştin û wekî din ti agahî nedan.
Artêşa Tirkiyeyê di 17ê Avrêla 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê ku di bin kontrola PKKê de ne, bi sedema hebûna şervanên PKKê dest bi operasyoneke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir.
Operasyona artêşa Tirk heta niha jî didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin