Bi nivîseke fermî zêdekirina budçeya Herêma Kurdistanê hate xwestin
PeyamaKurd - Endamê Parlamentoya Iraqê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sîpan Şerwanî, roja Sêşemê 25ê Sibatê, bi daxwaznameyeke fermî ya nivîskî ji Hikûmeta Federal a Iraqê xwest, para Herêma Kurdistanê di bûdçeya federal de bê zêdekirin.
Şerwanî diyar kir ku li gorî encamên serjimara giştî, Herêma Kurdistanê nêzîkî 15% ji nifûsa welat pêk tîne û ev rêje zêde bûye. Di nivîsa xwe de got: "Ji ber ku Iraq para Herêma Kurdistanê di qanûna bûdçeyê de 12,67% destnîşan kiriye, em pêwîst dibînin ku daxwaza zêdekirina vê rêjeyê bikin. Me nameyeke fermî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî re şand, ku tê de em li gorî xala sêyemîn a madeya 121an a Destûra Iraqê, daxwaz dikin ku para Herêma Kurdistanê di bûdçeya 2025an de li gorî encamên serjimariya giştî bê diyarkirin."
Wezareta Plandanînê ya Iraqê, roja Duşemê 24ê Sibata 2025an, encamên dawî yên serjimariya giştî ya ku meha mijdara sala borî hatibû kirin, ragihandibû.
Li gorî encaman, nifûsa tevahî ya Iraq û Herêma Kurdistanê 46 milyon û 118 hezar kes e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin