Yekem car li cîhanê zimanê Suryanî di belgeyên fermî yên Herêma Kurdistanê de tê bikaranîn
PeyamaKurd – Bi îmzekirina Wezîrê Ragihandin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher li ser belgeyeke fermî ya ku bi zimanê Suryanî hatiye nivîsandin, zimanê Îsa Mesîh (Suryanî) li Herêma Kurdistanê di heyama kabîneya 9emîn de bo yekem car li cîhanê di danûstandinên fermî de hat bikaranîn.
Wezîr Ano Cewher belgeya pesindayînê ya bi zimanê resen a Suryanî ku bi zimanê neteweyî yê Keldanî, Suryanî û Asûriyan hatiye nivîsandin îmze kir û ji Midûriyeta Giştî ya Çand û Hunera Suryanî ya Wezareta Çand û Ciwanan re şand.
Di rêzgirtinê de, spasiya biryara rêveberiya giştî hat kirin ku ji bilî zimanê Kurdî, zimanê Suryanî di pêwendiyên fermî yên di navbera ofîsên xwe yên li navçeya Ankawa de bi kar bîne ku ev jî taybetiyeke din a xweş a jiyana hevbeş a etnîkî û olî li Herêma Kurdistanê ye.
Di sala 1992an de bi piştgirîya Serok Mesûd Barzanî zimanê Suryanî di Parlamentoya Kurdistanê de wek zimanê fermî hat qebûlkirin.
Ji Raperînê heta niha zêdetirî 6690 şagirdên Keldanî, Suryanî û Asûrî ji aliyê zêdetirî 634 mamosteyan li 50 dibistanên fermî yên li Hewlêr û Duhokê perwerdeya bi Suryanî dîtine.
Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî Fakulteya Zimanê Suryanî li Zanîngeha Selahedînê di asta xwendina bilind de hat vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin