Li cîhanê biryara yekem: Fransayê, ew sefer qedexe kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Fransayê hatin belavkirin, li Fransayê seferên dem kurt hatin qedexekirin.
Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku ji bo rê li ber belavbûna gazê bê girtin, li Fransayê seferên navxweyî yên ji 2,5 saetan kêmtir in, hatin qedexekirin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, li welêt seferên navxweyî yên ji 2,5 saetan kêmtir ku alternatîfa wan a bi trênê heye hat qedexekirin û hat diyarkirin ku ev qedexe dê 3 salan berdewam bike.
Her wiha hat ragihandin ku ev biryara navborî, li ser seferên di navbera Nantes, Bordeaux, Lyon û Parîs-Orly de hatiye cîbicîkirin.
Ji qada hikûmeta Fransayê hat ragihandin ku ev biryar, pêngava yekem e ku li cîhanê tê cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin