Sîrkeya hewayî ya British Airways biryara betalkirina seferên ji bo Îsraîlê dirêj kir

03 October 2024 23:56 0 dîtin
Sîrkeya hewayî ya British Airways biryara betalkirina seferên ji bo Îsraîlê dirêj kir

PeyamaKurd – Şîrketa seferên hewayî ya Îngiltere ya bi navê British Airways bi sedema şerê li Rojhilata Navîn, wextê betalkirina seferên xwe yên ji bo Îsraîlê dirêj kir.

British Airways di daxwuyaniya xwe de got ku ew rewşê analîz kirine û seferên ji bo Tel Avivê heya 26ê Cotmehê rawestandine.

British Airways, seferên navbera Tel Aviv û Londrayê ya balafirgeha Heathrowê her roj dikir. Şîrket ji 24ê Êlûnê de, seferên xwe daye rawestandin.

Şîrketa seferên hewayî ya bi navê Rhein Air ragihand ku seferên xwe yên ji bo Urdinê heya dawiya meha Cotmehê, wê di heftê de 4 caran seferan bike.