British Airways 12 hezar xebatkaran ji kar derdixe
PeyamaKurd- Şîrketa grûbî ya Îspanyolî IAG ragihandiye ku wê car din xwe birêbixin û di wê çarçoweyê de ji British Airways ê bi temamî 12 hezar karmendan ji kar derxe. Şîrket di ragihandina xwe de dibêje ku di 3 mehên serê sala borî de (2019), 123 mîlyon Euro kar kiriye lê di 3 mehên ewilî yên îsal de (2020) 535 mîlyon Euro zerar kiriye. Şîrket bo xwe bigihîne asta sala 2019an an ku berya belavbûna Kovid-19 ê, wê çend sal derbas bibe.
British Airways, niha 45 hezar xebatkarên wê hene. Berê ji bernama hukumeta Îngîlîz ya desteka maaşan destekê dîbû û 22 hezar û 626 karkerên xwe derxistibû îznê.
Di bin sîwana grûba şîrketa IAG de; British Airways, Iberia, Aer Lingus, Aer Lingus Regional, Iberia Regional, Iberia Express, BA CityFlyer ku şîrketên rêyên hewayî ne hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin