Banka Amerîkayê ya bi navê Citigroup, 20 hezar xebatkarên xwe ji kar derdixe

13 January 2024 00:36 0 dîtin
Banka Amerîkayê ya bi navê Citigroup, 20 hezar xebatkarên xwe ji kar derdixe

PeyamaKurd – Banka Amerîkayê ya bi navê Citigroup, di wadeya navçe de, wê 20 hezar karkerên xwe ji kar derxe. Rêvebirê darayî yê Citigroupê (CFO) Mark Mason, ragihand ku wê di nav 2 salan de bi hezarî karkerên xwe ji kar derxe.

Mason, got ku wê nûjenkirina bankayê di dawiya salê de destpêbike û derxistina ji kar dê nebe astengê zêdekirina dahata bankayê.

Citigroup, îro blançoya xwe ragihand û got di sala borî di çaryeka dawiyê de banka 1,8 milyar dolar zerar kiriye û her serê parekî bankayê di heman wextê de 1,6 dolar zerar kiriye.