Biden: “Ji ber tistên ku me anîne sere xwecihan, ez li ser navê Amerîkayê lêborînê dixwazim”

26 October 2024 09:01 0 dîtin
Biden: “Ji ber tistên ku me anîne sere xwecihan, ez li ser navê Amerîkayê lêborînê dixwazim”

PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden bi fermî lêborîn xwest ji ber dewlata Amerîkî di sedan dibistanên şevînî de ku zarokên xwecih yên amerîkî ji ziman û çanda wan bêpar kiriye bi hewildaneke birêkûpêk a ji bo asîmîlekirina wan a nêzîkî 150 salan.

Joe Biden serdana Phoenix a Arizonayê kir û li dibistana dîrokî ya bi navê Gila Crossingê li ser rola welatê xwe di asîmîlekirina zarokên xwecihî de axaftinek kir.

Biden got, “Weke Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ez bi fermî lêborîna xwe dixwazim ji ber tiştên ku me demeke dirêj kirine.”

Bi vê daxuyaniyê, ev yekem car bû ku serokekî amerîkî lêborîna xwe xwest ji ber kiryarên ku bi deh hezaran zarokên xwecihî yên amerîkî ku bi salan neçar man ku biçin dibistanên şevînî.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Amerîkayê Deb Haaland ku bi Biden re bû ku endamê eşîra Pueblo of Laguna ya li New Meksîyoyo ye û bav û bapîrê wî şandibûn van dibistanên şevînî. Wî jî destnîşan kir ku ev lêborîn ji bo xwecihiyên amerîkî pir biqîmet e.