Biden nerm bû: Pedivî bi serekî berfireh tune

31 January 2024 10:29 0 dîtin
Biden nerm bû: Pedivî bi serekî berfireh tune

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, piştî çend roj bi ser êrîşa bi firokeya bêmirov a li dijî baregeha DYAyê ya li Urdunê re derbaz bûn, nerm bû. Biden got: "Ez ne di wê baweriyê de me ku pêdiviya me bi şerekî berfireh ê li Rojhelata Navîn heye."

Di encamê vê êrîşa ku koma milîşe ya Berxwedana Îslamî ya girêdayî rejîma Îranê ye girte ser xwe de 3 leşkerên Amerîkî can dan û ji 40î zêdetir jî birîndar bûn. 

Biden di daxuyaniya ku da rojnamegeran de diyar kir ku wî biryar daye ka ew ê çawa bersivê bidin vê êrîşê, lê belê derbarê biryara hatiye dayîn de hûrgulî neda.

Li ser pirsên rojnamegeran Joe Biden destnîşan kir ku ew rejîma Îranê jî wek berpirsyarê vê êrîşê dibîn û wiha dom kir: "Ji ber ku ji êrîşkaran re çekan peyda dikin, ez wan (Îran) wek berpirsyar dibînim."

Biden li ser pirsa rojnamegeran a "Wê DYA li Rojhelata Navîn şerekî berfireh bide destpêkirin an na?" jî got: "Ez ne di wê baweriyê de me ku pêdiviya me bi şerekî berfireh ê li Rojhelata Navîn heye."

Ji şerê Îsraîl û Hemasê ku di 7ê cotmehê de dest pê kir heta niha gelek êrîş li ser baregehên DYAyê yên li Rojhelata Navîn hatin kirin, lê belê êrîşa  roja Yekşemê ya li dijî baregeha Tower 22 a li bakurê Urdunê kir armanc, yekem êrîşa ku di encamê de leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dan bû.