Têkiliyên Amerîka û Çînê nerm dibin: Wê Biden û Xî biaxivin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan di çarçoveya serdana xwe ya Pekînê de ji aliyê Serokê Çînê Xî Jinping ve hate pêşwazîkirin.
Hate ragihandin ku di hevdîtina Sullivan û Serokê Çînê de, pêşxistina têkiliyên herdu welatan di çarçoveya berpirsiyartiyê de hatine gotûbêjkirin.

Herwiha hate diyarkirin ku herdu aliyan mijara zêdetir pêkanîna sozên di hevdîtina meha Mijdara borî ya Biden û Xî de anîne ziman.
Dîsa mijarên şerê Ukrayna û rewşa Deryaya Başûr a Çînê jî hatine axaftin û daxwaza berdewama têkiliyên vekirî di navbera herdu welatan de hatiye dubarekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin