Trump, seredana Koska Sipî kir û bi Joe Biden re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê DYAyê Donald Trump ku hêj dest bi karê xwe yê serokatiyê nekiriye, îro seredana Koşka Sipî kir û li wê derê bi serokê DYAyê Joe Biden re hevdîtin kir. Her dû lîder ji bo dewr û teslîma serokatiyê ya serê salê axifîn.
Serokê DYAyê Biden, ji ber hilbijartina Trumpî ew pîroz kir. Di seredana xwe de Trump di beşa hevdîtina ji bo çapemeniyê vekirî de got:
“Siyaset zore û dinyakî xweş nîne. Lê îro xweş e. Wê sitendina dewra serokatiyê bê pirsgirêk be û ez vê kiryarê teqdîr dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin