Biden, li Koska Sipî bi Netenyahu re hevdîtin kir

26 July 2024 00:00 0 dîtin
Biden, li Koska Sipî bi Netenyahu re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Sipî bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu re hevdîtin kir lê li derve jî protestoyên li hemberê Îsraîlê dewam dikirin.

Her dû lîder berya civînê derketin ber çapemeniyê û dîmenan dan çapemeniyê. Li ber kamereyan Biden bixêrhatina Netenyahu kir û got ku gelek mijar hene li ser wan biaxifin. Dora axaftinê da Netenyahu û Netenyahu got:

“Di 50 salê xebata xizmeta giştî de, we destekê da Îsraîlê û we got ku hun ‘wekî Siyonîstekî Îrlandî’, ji bo van gotinên we sipasiya we dikim. Di mehên pêşiya me de em bende ne ku bi hevre xebatê bikin.”

Piştî axaftina Netenyahu her dî lîder çûn hundirê Koşkê  da hevdîtin bikin.

Wê Netenyahu her weha bi cîgira Joe Biden ku niha namzedê Partiya Demokrat ya Amerîkaye û di xebata hilbijartinê de ye, bi Kamala Harris re hevdîtin bike.