Serokê Amerîkayê Joe Biden serokwezîr Olaf Scholz li Koska Sipî kir mêvan
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden serokwezîrê Almanya Scholz li Koşka Sipî kir mêvanê xwe û got ku ji cara dawiyê ji çûna Scholz ya Amerîkayê heya niha gelek tişt guhirîne. Biden got ku Rûsya bikeve nav tevgerê wê Amerîka û Almanya bersiva Rûsya bidin. Biden got ku vê soza han bicîh anîne û weha got:
“Ji bo lîdertiya te ya xwurt û bi îstîqrar, ez sipasiya te dikim Olaf. Alîkariya we ya ji bo Ûkraynayê ya leşkerî û manewî gelek girînge. Bi sedema şer mesrefên we yên bergiriyê gelek zêde bûne. Hun ji çavkaniyên enerjiyê dûr ketin. Ez zanim hêsan nîne û ji bo we gelek zahmet bû.”
Olaf Scholz jî ragihand ku bi hevdîtinê gelek dilxweşe û paşî heyetên her dû dewletan, civîna xwe kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin