Koska Sipî: Wê Biden bi Si Cinping re hevdîtin bike
PeyamaKurd – Koşka Sipî ya Amerîkayê ragihand ku berya sala 2021ê biqede, wê serokê Amerîkayê Biden bi serokê Çînê bi Şi Cinping re hevdîtinekî bike. Rêvebirekî Koşka Sipî ku nexwestiye navê wî bê gotin, îro bi rojnamevanan re bi rêya telekonferansê hevdîtin kiriye û li ser civîna îro ya li Îswîçreyê ya Amerîka û Çînê ku di asta bilind de kirin, şiroveyan kiriye.
Rêvebir li ser detayên civînê agahiyan nedaye lê gotiye ku lihev kirine da di sala 2021 ê de hevdîtinekî di navbera her dû serokan de çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin