Biden û Herzog li Koska Sipî civiyan
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog, li Amerîkayê li Koşka Sipî civiyan û li ser tehdîda nukleerî ya Îranê axifîn. Berya civîna duqolî despêbike, Biden ragihandina xwe kir. Biden behsa lihevkirina Îsraîlê û Lunbnanê ya li ser sînorên deryayê kir, peymanê qenc ragihand û weha got:
“Wê siba Îsraîl û Lubnan ji bo sînorê deryayê yê mayînde peymanê îmze bikin. Li gor min, ev gavekî dîrokiye. Amerîka Îsraîlê destek dike. Min gelek caran got birêz serokkomar! Eger Îsraîl nebûya, diviya me Îsraîlekî ava bikira.”
Herzog jî di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka hevkarê Îsraîlê yê herî nêze û got ku wê di hevdîtinê de, li ser tehdîda Îranê ya nukleerî biaxifin. Herzog behsa protestoyên Îranê kirin û got ku Îran li xelkê xwe zilmê dike û hindik maye bibe xwediyê hêza nukleerî. Herzog got ku her weha Îran ji bo Rûsya Ûkrayniyan bikuje ji Rûsya re çekan amade dike.
Herzog ji bo Biden navbeynkariya wan û Lubnanê kiriya da peymana sînorên xwe çêbikin ji Biden re sipasiya xwe kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin