Sîrketa teknolojiyê ya Meta bi hezarî karkerên xwe ji kar derdixe

08 February 2025 23:57 0 dîtin
Sîrketa teknolojiyê ya Meta bi hezarî karkerên xwe ji kar derdixe

PeyamaKurd – Şîrketa teknolojiyê ya bi navê Meta ku di bin sîwana wê de Facebook jî heye, bi hezarî karkerên xwe ji kar derdixe.

Meta, dest bi dexistina karkeran kir û bi temamî wê 3.600 an 4 hezar karmendan ji ser kar derxe. Şîrket bi xwe weka medya civakî xwediyê platformên weka Facebook, Instagram û WhatsAppê ye.

Şîrketê ragihand ku ji ber tengasiya darayî karmendên xwe ji kar derdixe. Meta roja Înê ji karmendên xwe re peyam şandibû û gotibû wê roja Duşemê dest bi derxistina karkeran bike.

Dibe ku di pêşde, şîrketên weka Amazon, Microsoft û Salesforce jî jimara karmendên xwe kêm bike.