Hikûmeta Kurdistanê: Em pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin

01 May 2021 16:59 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê: Em pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi peyamekê 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di peyama xwe de da zanîn: ‘’Bi boneya 1ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, em pîrozbahiyê li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin.’’

Cotyar Adil herwiha destnîşan kir: ‘‘Karker makîne û çerxa wegerandina kar û aborî ne. Ligel wî erke giran dane ser milê xwe jî roleke girîng, di bingehkirin û avadaniya niştimanê me de jî xwedî rola herî girîng in.

Adil herî dawî teqez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel bilind nirxandina rola karkeran di civakê de, piştevaniya mafên wan ên rewa ji bo dabînkirina jiyana aram û jiyaneke xwedî şiyan û ji bo wê jî berdewam karkirine di çarçoveya yasa û rênmayiyan de, ku mafên xwe bidest bixin.