Li Almanya sîrketa Ford ê 5 hezar karkerên xwe ji kar derdixe
PeyamaKurd- Fabrîkayên Fordê yên li Almanyayê ragihandibûn ku wê xebatkarên şîrketên xwe kêm bikin. Li ser vê ragihandinê 5 hezar karmendên wê li bendêne bê wê çi bibe û ketine nava endîşeyê. Li dezgeya bajarê Kolnê 18 hezar û li bajarê Saarlouisê 6 hezar kes dixebitin.
Li bajarê Kolnê li gor birayra xwediyê farbîqê û sendîka ya karkeran wê 3 hezar û 600 karmendan ji kar derxin. Ford dixwaze li Almanya, Brîtanya, Rûsya, Brezîlya û Fransayê xwe ji nû de xwe bide hev û di wê çarçoveyê de karmendên xwe kêm bike, hinek ciyan bigre û berhemên nû biafirîne da krîza otomotîvê çareser bike.
Rêvebiriya Fordê ya Kolnê bi îmza Gunnar Herrmann û Rainer Ludwig ji karmendan re nivîsandine ku planê wan ew e; wê 500 mîlyon dolar mesrefa xwe kêm bikin ku ew jî dike ji karaderxistina 5 hezar karmendan. Ford dixwaze tazmînatê bide xebatkarên heya 49 saliyan û yên mezintir wan bi hîsseyan razî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin