Almanya û Brîtanya 50 hezar Tirkiyeyî dersînor dikin

19 January 2024 16:48 0 dîtin
Almanya û Brîtanya 50 hezar Tirkiyeyî dersînor dikin

PeyamaKurd - Almanya û Brîtanya ji bo penaberên ku bi rêyên deryasayî diçin axa wan biryara dersînorkirê ya hevbeş pesend kirin. Li gor vê biryarê wê 50 hezar welatiyên Tirkiyeyê bêne dersînorkirin. Di demên pêş de egera ku ev hejmara dersînorkiriyan zêdetir bibe heye.

Welatên Ewropayê ji bo penaberên ku bi rêyên deryasayî diçin axa wan asteng bikin roj bi roj biryarên tûndtir distînin.

Di vê çarçoveyê de Almanya û Brîtanya biryareke tûndtir standin. Ev herdû welatan biryara hevbeş a ‘penaberên ku bi rêyên deryasayî hatine axa wan û mafê wan ê serlêdana penaberiyê tuneye, wê bi lez bêne dersînorkirin’ di parlamentoyên xwe de dane pesendkirin.

Li gor vê biryarê; Tirkiyeyiyên ku bi rêyên deryasayî biçin Brîtanyayê, piştî ku serlêdanên wan ên penaberiyê bêne redkirin, wê li Tirkiyeyê bêne vegerandin û eger ku Tirkiye wan qebûl neke, wê ji kampên penaberiyê yên li Ruandayê yên ku penaberên welatên din lê dimînin re bêne verêkirin.

50 hezar Tirkiyeyî li ber dersînorkirinêne

Li gor agahiyên medyaya Tirk, guhertina yasaya ‘Dersînorkirina lezgîn û hêsan’ ji alî Parlamena Federal a Almanyayê ve hate pesendkirin û di çarçoveya vê guherînê de wê Almanya bi Brîtanyayê re, di destpêkê de 50 hezar welatiyên Tirkiyeyê dersînor bike.

Li gor daneyên van welatan, ji sedî 87ê penaberên ku serlêdanên wan têne redkirin, welatiyên Tirkiyeyê ne û hejmara penaberên tê payîn ku bêne dersînorkirin ji 60 hezarî bihuriye.