Almanyayê sala borî 12 hezar 945 penaber dersînor kirine

28 January 2023 12:48 0 dîtin
Almanyayê sala borî 12 hezar 945 penaber dersînor kirine

PeyamaKurd – Rayedarên Herêma Schengenê diyar dikin, Almanyayê sala borî 12 hezar 945 penaber dersînor kirine.

Li gor malpera fermî ya Schengenê roja Înê 27ê Çileya 2023an di raportekê de eşkere kir, “Almanya û siyasetmedarên li seranserî YE li ser rêyên xurtkirina siyaseta vegerê ya koçberên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine redkirin, hewcedariyên wan pêk naynin an sûc kirine nîqaş dikin.” Bi vî awayî wan vedigerînin wan welatên ku ew jê hatine.

Daneyên fermî yên Yekîtiya Ewropayê dan zanîn, di sala 2021an de bi giştî 11 hezar û 982 penaber hatine vegerandin. Vegera herî zêde ya di pênc salên borî de di sala 2019an de bû Almanyayê nêzîkî 22 hezar penaxwaz vegerandine.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê destnîşan dikin, yên ku serlêdanên wan ên penaberiyê hatine vekirin, wê bişînin welatê Yekîtiya Ewropayê ku li gorî peymana Dublinê cara yekem daxwaza penaberiyê lê kiriye.

Herwiha hin partiyên muxalefetê yên muhafazekar dibêjin, 50 hezar kes di sala 2022an de hatine redkirin û rexne li wê yekê digirin ku dersînorkirina zêdetirî 12 hezar penaxwazan "pir kêm" dibînin.

Partiyta çepgir Die Linke jî diyar dike, “Divê Almanya hewl bide ku hejmara penaxwazên vegeriyayî zêde bike û ji bo kesên ku dixwazin li welêt bimînin ji bo avakirina paşeroja welêt siyasetên baştir bipejirîne.”

Li gorî daneyên Yekîtiya Ewropayê, heta dawiya sala 2022an li Almanyayê herî kêm 304 hezar kes hebûn ku ji wan hatibû xwestin Almanyayê biterikînin û mafê penaberiyê wernegirtine.